PeyamaKurd – Li bajarê Wanê li navça Ercîşê di navbera du malbatan de şer derket, her dû malbat bi dar, kevir, kêr û çekan li hev xistin. Di pevçûnê de 15 kes birîndar bûn û birîndaran birin nexweşxanan.
Tîmên cendirme û tenduristiyê çûn ciyê bûyerê, tedbîrên xwe sitendin û birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxanên Ercîş û Bêgiriyê (Muradiye). Lêpirsîna di mijara pevçûnê de dewam dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin