Di operasyonên HSD û koalîsyonê de 8 DAISî hatin girtin

Di operasyonên HSD û koalîsyonê de 8 DAISî hatin girtin

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku di encama du operasyonên cuda yên Hevpeymaniya Navdewletî û HSDê de, 8 çekdarên DAIŞê li gundewarê Dêrazorê hatin girtin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn (asayiş) ya Rojavayê Kurdistanê ragihand, “Hêzên me yên taybet H.A.T bi piştgirî û beşdariya Hevpeymaniya Navdewletî di du rojên borî de, 2 mîrên DAIŞê li gundewarên rojhilat û bakurê Dêrezorê girtin.”

Hate diyarkirin, “Yek ji wan serçeteyan, berpirsê darayî yê fînansekirina şaneyên DAIŞ`ê û berpirsê pêkanîna planên li dijî herêmê bû.”

Hate ragihandin ku di operasyona lêgerînê de, çekên klaşînkov, çekên curbicur, cebilxane jî hatine desteserkirin.

Herwiha Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) bi piştgirîya Hevpeymaniya Navdewletî operasyoneke daketina ji asman jî li bajarê Şihelê yê Dêrezorê pêk anîne û di wê operasyonê de jî 6 çekdarên DAIŞê hatin girtin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin