Li gor Dezgeha Dije Terorê ya Iraqê bi daxuyaniyeke nivîskî da zanîn, hêzên wan çar terorîst li Başûrê Kurdistanê girtine.
Hat eşkerekirin ku kesên hatin girtin 3 ji wan li Hewlêrê û yek jî li parêzgeha Silêmaniyê bûn.
Di berdewamiyê de hat ragihandin, li Kerkûkê jî serçekdarekî DAIŞê ku bi navê Ebo Hemze dihat naskirin, hat girtin.
Herî dawî hat destnîşankirin, hêzên wan şaneyek din a çekdarên DAIŞê girtine ku çek û amarên teqandinê li gel wan hebûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin