PeyamaKurd - Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê ragihand ku di encama operasyonekê du torên terorîst ên DAIŞê ku ji 4 kesan pêk dihatin, li bajarê Hewlêrê hatine desteserkirin.
Encûmena Asayîşa Kurdistanê bi daxuyaniyekê eşkere kir, planên wan herdu torên terorîstî yên ku beriya sersala 2023yan teqîn û kiryarên terorîstî li bajarê Hewlêrê bikin hebûn.
Hat diyarkirin: “Dije Terora Kurdistanê du torên terorîst ên DAIŞê li bajarê Hewlêrê desteser kirin û planên wan pûç kirin.”
Di daxuyaniyê de hatiye gotin: “Du hewl û planên komên terorîst ên DAIŞê ji bo encamdana teqîn û kiryarên terorê beriya sala 2023an li bajarê Hewlêrê, ji aliyê Rêveberiya Giştî ya Dije Terorê û Rêveberiya Asayîşa Hewlêrê ve di meha 12 ya sala 2022an de hatin pûçkirin û çar terorîst hatin desteserkirin, ku ji du torên cuda pêk dihatin û ji aliyê komên terorîst ên DAIŞê ve ferman ji wan re hatibû ku kiryarên terorîstî li bajarê Hewlêrê pêk bînin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin