PeyamaKurd - Wezîrê Pêşmerge yê Kurdistanê Şoreş Îsmaîl îro li Hewlêrê digel wekîlê Wezareta Pêşmerge Serbest Lezîn û sererkanê Wezareta Pêşmerge Cemal Êminkî bi şêwirmendê hêzên Brîtanya li Hewlêrê Colonel Roy re hevdîtin pêkanîn.
Hat ragihandin ku di civînê de behsa reformên di Wezareta Pêşmerge de bên kirin û pêkanîna hêzeke yekgirtî hatiye kirin.
Wezîrê Pêşmerge li ser pêkanîna hêza yekgirtî ya Pêşmerge di civînê de gotiye, ew ê bi plan û bername hewla pêkanîna wê hêzê bidin.
Colonel Roy jî li ser reformên tê çaverêkirin diyar kiriye, ewê di vî warî de, di alîkariya Wezareta Pêşmerge de berdewam bin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin