Dirûsma PDKê ‘Avakirina Kurdistaneke bihêz’ e

Dirûsma PDKê ‘Avakirina Kurdistaneke bihêz’ e

PeyamaKurd - Ji bo hilbijartinên xula pêncem a Parlamentoya Kurdistanê Serokê Lîsteya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ragihand ku "Avakirina Kurdistaneke bihêz" dirûşma lîsteya 183 ya PDKê ya ji bo hilbijartinên roja 30ê Îlona 2018an e.

Serokê Lîsteya PDKê yê ji bo hilbijartinên xula pêncem a Parlamentoya Kurdistanê Hêmin Hewramî ragihand, ku dirûşma vê carê ya PDKê ji bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê "Avakirina Kurdistaneke bihêz" e.

Dezgeha Hilbijartinê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) roja 25-07-2018an ji bo navên namzedên Parlamentoya Kurdistanê pişk avêt, ku hejmara wan 100 endam bû û bi navê serokê lîsteyê Hêmin Hewramî ve dest pê dike û bi navê Dilêr Mihemed Kerîm bi dawî dibe.

Biryar e roja 30ê Îlona 2018an hilbijartinên xula pêncam a Parlamentoya Kurdistanê were encamdan.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin