‘Divê aliyên Kurdistanê ji bo bicihkirina madeya 140 yekdeng bin’

Dîroka weşanê :
‘Divê aliyên Kurdistanê ji bo bicihkirina madeya 140 yekdeng bin’

PeyamaKurd - Serokê Desteya Navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê Fehmî Burhan îro 11ê Tîrmehê derbarê civîna ligel berpirsên siyasî yên Iraqê li Bexdayê û pirsgirêkên cotkarên Kurd li navçeyên sînora madeya 140 civîneke rojnamevanî saz kir.

Serokê Desteya Navçeyên Kurdistanî ragihand, ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan û bicihkirina madeya 140, divê aliyên siyasî yên Kurdistanê yekdeng bin û gotareke wan a hevbeş hebe.

‘Divê Encûmena Serkirdayetiya Rejîma Beas bê hilweşandin’

Fehmî Burhan da zanîn, wî di zincîre hevdîtinên bi Hadî Amirî, Ehmed Fetlawî û hejmarek ji serkirdeyên din ên Iraqê de, jê re hatiye gotin ku ji bo çareserkirina kêşeya zeviyên cotkarên Kurd, divê serkirdayetiya siyasî ya Kurdistanê were ser xetê û fişarê li Parlamentoya Iraqê bike ku biryarên “Encûmena Serkirdayetiya Şoreşê ya rêjîma Beas” hilweşînin.

Serokê Desteya Navçeyên Kurdistanê diyar kir, serkirdeyên siyasî yên Iraqê soza çareserkirinê dane wî û di civînê de hin encamên baş derketine, lê ev nayê wê wateyê ku hemû daxwaz û armancên wan hatine bicihkirin.

‘Komîteya Madeya 140 li Parlamentoya Iraqê hatiye çalak kirin’

Fehmî Burhan destnîşan kir, Cîgirê Duyem ê Serokê Parlamentoya Iraqê Şaxewan Ebdulla ji wî re gotiye ku “Komîta Madeya 140 li Parlamentoya Iraqê hatiye aktîfkirin, piştî ku karê wê di kabîneyên berê de hatibû rawestandin.

‘Wê cotkarên Kurd destpêka Tebaxê bên qerebûkirin’

Fehmî Burhan got, ew pêşbînî dikin welatiyên Kurd ên li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê dijîn, di destpêka meha bê de ji aliyê hikûmeta Iraqê ve bên qerebûkirin.

Hêjayî gotinê ye, demek berê Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd pêşwazî li şandeke cotkarên Kerkûkê kiribû û destnîşan kiribû ku pêwîste biryarên “Encûmena Serkirdatiya Şoreşa Partiya Beas” ji bo gihîştina bi çareseriyekê bi awayekî ku her kes tê de razî be, bê hilweşandin.

Navçeyên Kurdistanî piştî xiyaneta 16ê Cotmehê ji ber bermahiyên DAIŞê, Heşda Şeibî û Erebên ji derve hatine di bin zext û zordestiyeke dijwarde mane û rojane zêdegavî li hember wan têne kirin û hewil didin dest deynin ser milk û zeviyên wan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin