PeyamaKurd - Li parêzgehên Ûrmiye û Sinê yên Rojhilatê Kurdistanê 22 kesên din ji koronayê mirin.
Li gorî amarên dawî li Rojhilatê Kurdistanê metirsiya vîrusa koronayê hîn jî berdewam dike û herî dawî li Ûrmiyê 18 kesên din ji Covid-19ê mirin ku hejmareke zêde jî pê ketine.
Heta niha li Ûrmiyê hezar û 167 kes ji ber Koronayê mirine.
Herwiha li parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê jî 133 kesên din bi Koronayê ketin û 4 kes jî pê mirin ku hejmara mirinan li Sine gihîştiye 491 kesan.
Li gorî amarên doh li Sine 133 kesên din bi Koronayê ketine û rewşa 369 nexweşên Koronayê jî nebaş e.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin