Wê Erdogan, Pûtîn û Reîsî li Tehranê lûtkeyeke sêqolî li dar bixin

Wê Erdogan, Pûtîn û Reîsî li Tehranê lûtkeyeke sêqolî li dar bixin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku wê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, Serokê Rûsya Vladimîr Pûtîn û Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî 19ê Tîrmehê li Tehranê lutkeyeke sêqolî li dar bixin.

Berdevkê Kremlînê Dimitri Peskov ragihand ku wê Pûtîn jî derbasî Tehranê bibe û 19ê Tîrmehê beşdarî civîna ligel Tirkiye û Îranê bibe. Tê çaverêkirin bi taybet mijara Sûriyê û mijarên herêmî di civîna sêqolî de werin gotûbêjkirin.

Peskov herwiha ragihandiye ku wê Pûtîn û Erdogan jî hevdîtineke taybet pêk bînin ku doh jî di navbera Erdogan û Pûtîn de pêwendiyeke telefonî hatibû encamdan.

Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariya Tirkiyê jî piştî pêwendiye telefonî dabû xuyakirin ku wê di demeke nêzîk de lûtkeyek di navbera Rûsya û Tirkiyê de bê lidarxistin. Mijarên lûtkeyê jî wekî rewşa dawî ya Sûriyê û avakirina korîdorekê bo hinardekirina zadê Ukrayna bi ser Derya Reş de hatibûn eşkere kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin