Barcelona ya serkêşê La Ligayê, bêyî lîstikvanê xwe ye herî navdar Lieonel Messi bi golên Suarez û Coutinho ji Malagayê bir.
Di hefteya 28emîn a Lîga Yekemîn a Futbolê ya Îspanyayê (La Liga) de Barcelonayê li deplasmanê Malaga bi encama 2-0 bir.
Serkêşê lîgê Barcelonayê di pêşbirka li Yarîgeha La Rosaledayê de bû mêvanê Malagaya ku bi 13 pûanî ve di rêza dawîn a lîgê de ye.
Yarîzanê stêrk ê Barcelonayê Lionel Messi ji ber jidayîkbûna kurê xwe beşdarî pêşbirkê nebû.
Tîma Katalan di xuleka 15emîn de bi gola Luis Suarez 1-0 ket pêşiyê û herwiha di xuleka 28emîn de jî Philippe Coutinho golek tomer kir û ferq derxist 2yan.
Ji Malagayê Samuel Garcia Sanchez di xulaka 30emîn de ji ber midaxaleya xwe ya li hemberî Jordi Alba kartê sor dît û ji yariyê derket.
Barcelonaya ku di La Ligayê de ev demek e têk naçe, bi vê encam 2-0 pûanê xwe kir 72 û herwiha Malaga jî di 13 pûanî de ma.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin