PeyamaKurd- Wezareta Îtillata Îranê ragihand, hêzên wa 2 komên terorîst " li parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê ser wan û endamên wan girtine.
Wezareta Îtillata Îranê di daxuyaniyekê de daye xuyakirin, endamên wan du komên dixwestin bombeyan danin û parezgeha mamosteyên olî û yên Sunnî li parêzgeha Sine û cihên din çalakîyên tororî bikin.
Li gor daxuyaniyê, 13 kes ji endamên herdu "komên terorîsît" ji aliyê hêzên Wezareta Îtilaatê ve hatine girtin.
Wezareta Îtillata Îranê tu agahî nedan bo girtina endamên wan koman û nedaye diyarkirin, ka ew kes li kîjan navçe yan bajarê parêzgeha Sineyê hatine girtin.
Wê wezaretê herwiha tu agahî li ser wan koman nedanê kîne armanca çalakîyên wan çine
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin