PDK û YNK: Li ser civîna xwe ya îro agahî dan çapemenîyê

PDK û YNK: Li ser civîna xwe ya îro agahî dan çapemenîyê

PeyamaKurd -  Şandeyên PDKê û YNKê piştî bi dawî hatina civîna xwe ragehandin ku civîna wan serkeftî bûye û diyar kirin ku piştî bêhnvedana Newrozê dê guftûgoyên xwe berdewam bikin.

Berdevkê YNKê Letîf Şêx Omer di civîneke çapemeniyê ya piştî hevdîtina şandeyên PDKê û YNKê de ragehand: ‘’Pêş çavê me ronî ye û civînên me dê berdewam be û înşala emê bigehin armanca xwe.’’

Herwaha endamê şandeya PDKê Dilşad Şehab jî spasiya pêşwaziya YNKê kir û ragehand: ‘’Civîna me yek ji civînên serkeftîbû. Bi başî behs li ser tercûmeya rêkeftina siyasî û pêkve karkirinê hate kirin û pêngavên baş hatin avêtin.’’

Herwaha got: ‘’Dibe naha em hemû li benda encaman bin, yan jî li ser paye axaftinê bikin. Lê prose dê berdewam bike û piştî cejna Newrozê guftûgoyên me dê berdewam bikin.’’

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin