PeyamaKurd- Wezîrê karên derve yê Îranê Cewad Zarîf li ser xistina balafira Ûkraynayê ku li Tehranê ketibû û tê de 176 kes miribûn peyamekî da. Zarîf bo bûyerê hem lêborînê xwest û hem Amerîkayê sûcdar kir. Muhammed Cewad Zarîf di ser hesabê xwe yê Twitterê de ragihandina xwe kir. Zarîf weha got:
“Rojeka xemgîniyê ye. Encama yekem ya lêpirsîna artêşa Îranê ye.Di dema krîzê de, bi sedema maceraperestiya Amerîkayê xetaya mirovî bû sedema facîayê. Em gelek poşman in.,Em ji xelkê xwe, ji malbatên qurbaniyan û temamê milletên ku ji bûyerê bandor girtine lêborîna xwe dixwazin.”
Peyamekî jî ji serokerkaniya Îranê hat belavkirin. Di peyama xwe de got ku piştî bi fuzeyan li baregehên Amerîkayê xistin, balafirên Amerîkayê dest bi gera der û dora Îranê kirin. Agahiya êrîşa deverên stratejîk yên Îranê giha sîstemê û lewra gelek hedef di radarê de hatin xuyakirin. Bi wê sedemê sîstema radarê gelek xessas bû. Serokerkanî di mijara xistina balafirê de weha got:
“Balafira jimara sefera wê 752 di demeka xessas û krîzê de ji balafirgeha Îmam Xumeynî rabû. Di dema dagerê de, bi xessasî agahî giha navenda baregeha leşkerî û şiklê balafirê bi dirişma xwe, bi bilindahiya xwe weka ku wê bi dijminane êrîş bike. Balafir di van şertan de bi xetayeka mirovî û ne bi qesd ketiye hedefa me.”
Serokerkaniya Îranê bo malbatên miriyan sersaxiyê xwest û soz da ku careka dinê tişteka weha dubare nebe û wê di derbarê kesên berpirsê bûyerê de kiryarên qanûnî bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin