PeyamaKurd – Ji aliyê dadgeha rejîma Îranê ve bi 10 salê cezayê zîndanê cezakirina mamosteya Kurdî Zara Mihemedî rastî nerazîbûneke zêde bi taybet di nav Kurdên çar parçeyên Kurdistanê de hat.
Ev çend roj in li ser medya civakî bi hastgên wekî; '#Zara_Mohammadi #ExonerateZara' daxwazên betalkirina cezayê wê û serbest berdana Zara Mihemedî bûye rojev ku tê xwestin demildest were azadkirin.
Zara Mihemedî ji ber ku dersên Kurdî dida zarokan hatiye cezakirin û ev demek e banga alîkariyê li civaka navdewletî dike ku mafekî rewa ye fêrkirina Kurdî.
Herwiha li gorî hiqûqa navdewletî û heta ya rejîma Îranê bixwe jî mafê fêrkirina zimanên ji xeynî farisî heye, lê belê Îran yasa û destûra xwe jî binpê kiriye û ceza daye mamoste Zara Mihemedî.
Li gorî benda 15emîna destûra Îranê, “ji bilî zimanê fermî û hevpar” mafê kemîneyan heye zimanê xwe fêr bibin û bidin fêrkirin, lê belê bi cezakirina Zara Mihemedî re ew maf jî hatiye binpêkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin