PeyamaKurd – Li Sudanê bi darbeya leşkerî ya meha Nîsana 2019an, deshilatdariya 30 salan a Omer El Beşîr hatibû hilweşandin û El Beşîr jî hatibû girtin.
Piştî hilweşandina deshilata El Beşîr hikûmeta demkî ya leşkerî hatibû avakirin.
Serokwezîrê Sudanê Abdullah Hamduk ku di meha Tebaxê de dest bi kar kiribû, ragihand ku kabîneya hikûmetê hatiye pêkanîn û di kabîneya nû de 20 wezîr hene.
Herwiha wezîrê berevanî û wezîrê karên navxweyî ji alîyê endamên Civata Leşkerî ve hatin dîyar kirin.
Hat ragihandin, piştî hikûmet bi temamî ava bibe tê çaverêkirin parlamento jî heta 3 mehan çalak bibe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin