Portakalê ku ji Pêsmerge re gotibû ‘terorîst’: Min xwe sas kir!

Portakalê ku ji Pêsmerge re gotibû ‘terorîst’: Min xwe sas kir!

PeyamaKurd – Bêjarê bultena nûçeyan a FOX TV ya Tirkiyê Fatih Portakal doh dema bultena nûçeyan pêşkeş dikir, piştî ku PKK/YPG wekî terorîst pênase kiribû herwiha ji bo Pêşmergeyên ji bo hevkariya YPGê sala 2014an çûbûn Kobaniyê jî peyva terorîst bi kar anîbû.

Dîmenên wan gotinên Portakal ji aliyê raya giştî ya Kurdan ve rastî nerazîbûneke zêde hat û ji ber wan gotinan Fatih Portakal hat şermezar kirin.

Piştî bertekan Portakal îro daxuyaniyek da û got ku peyva terorîst bo Pêşmerge bi şaşî ji devê wî derketiye ku di bultenên zindî de tiştên wiha dibin.

Li gorî daxuyaniya Portakal “wê demê Pêşmergeyên Barzanî (heger terorîstên PKKî tevlî nebûbin, tê bîra min ku dibe dibe wê demê tiştekî wiha bibe) bi destûra Tirkiyê derbas bûn. Helbet min qesta PKK/YPGê kir. Bi qasî tê bîra min piştre jî min gotiye Pêşmerge. Di weşanên zindî de şaşiyên wiha yên ziman dibin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin