PeyamaKurd – Piştî ku bi balafirên şer li Idlibê leşkerên Tirk hatin kuştin, artêşa Tirkiyê (TSK) li ser sînorê Idlib-Tirkiyê sîstemên parastina ezmanî yên firînên nizm bicih dike.
Ev pergala parastina bi mebesta armancgirtina helîkopter û balafirên nizm difirin tê bicihkirin ku TSKê dest bi sewqiyata wan sîsteman bo ser sînorê Idlibê kiriye.
Li aliyê din rejîma Sûriyê bi piştgiriya êrîşên ezmanî pêşveçûna xwe ya li Idlibê li hemberê komên çekdarên girêdayî Tirkiyê berdewam dike û gelek xalên çavdêriyê yên artêşa Tirkiyê jî ketin bin dorpêça hêzên Sûriyê.
Herwiha TSK jî bi piştgiriya topbaranê ya komên çekdar êrîşên dijî binkeyên rejîma Sûriyê berdewam dike.
Di hevdîtinên Tirkiye-Rûsyayê de ji bo agirbestê û rawestandina êrîşên rejîmê ti encam derneketibû. Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihandiye ku dê serokên her çar welatên Tirkiye, Rûsya, Fransa û Almanya ji bo çareyekê ji krîza Idlibê re bibînin 5ê Adarê civîneke çarqolî li dar bixin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin