PeyamaKurd - Serokê Tifaqa Niştimanî ya Iraqê, Eyad Ellawî dest ji endamtiya parlementoy berda.
Parlementerê Iraqî Eyad Ellawî, ku di heman demê de serokê Tifaqa Niştimanî ya Iraqê ye jî, dest ji endamtiya parlementoyê berda.
Ellawî ev yek li ser hesabê xwe yê medya civakî Twittera xwe ragihandiye û gotiye, li şûna wî kesekî bi navê Hesen Şuweyrid bûye parlementer.
Siyasetmedarê Iraqî Eyad Ellawî sedema destjikarberdana xwe nekir.
Eyad Ellawî, sala 1944 li bajarê Bexdayê ji dayîk bûye. Ellawî di hilbijartinên Gulana 2018an de li Parlemana Iraqê bi 21 kursî qezenc kiribûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin