Amerîka alîkariya Ûkraynayê dike: 200 mîlyon dolar

Amerîka alîkariya Ûkraynayê dike: 200 mîlyon dolar

PeyamaKurd- Wezareta bergiriyê ya Amerîkayê biryar da ku 200 mîlyon dolar pere bo parastina sîstema berevaniyê wê bide Ûkraynayê.

Wezareta bergiriyê ya Amerîkayê bo alîkariya Ûkraynayê ragihandineka nivîskî da çapemeniyê. Di ragihandinê de hat gotin ku alîkarî wê di ser fona bernameyên perwerdê yên îlawe, teçhîzat, şêwrimendî  û hevkariya ewlekariyê de, bêkirin.

Di beyanê de hat gotin ku Amerîka ji sala 2014an û heya niha 1 mîlyar dolar pere bo Ûkraynayê hatiye dayîn. 200 mîlyon dolarê ku dê bidin Ûkraynayê; bo bernameyên perwerdê yên leşkerî, alavên bi ewle yên komunîkasyonê, alavên bo dîtina di şevê de û di alavên tenduristiyê yên leşkerî de, dê bê bikaranîn.

Roja alîkirina pera dê paşî bê ragihandin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin