PeyamaKurd - Li bajarê Çewligê yê Bakurê Kurdistanê piştî mehekê ku ti pêketiyên vîrusa koronayê nehatibû dîtin, car dîn di testa hinek kesan pozîtîf derket.
Hat ragihandin ku di kesên ji bo cejnê çûne bajêr de vîrusa korona derketiye ku ew jî berî qedexeya 4 rojan a cejnê hatiye tesbîtkirin.
Rêveberê Tendirûstiya Çewligê Dr. Mehmet Emîn Gundogdu ragihand, kesên bi koronayê ketine û yên ligel wan ketine temasê hatine kontrolkirin.
Derbarê hejmara wan kesên testa wan pozîtîf derketiye de ti agahî nehat dayîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin