PeyamaKurd – Deriyên sînorî yên Herêma Kurdistanê û Îranê ku ji ber vîrusa koronayê hatibûn girtin, hatin vekirin.
Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê ragihand ku herdu deriyên sînorî yên bi Îranê re, yên Tuveyle ya Helebceyê û Keylî yê herêma Raperînê di çarçoveya rêkarên tenduristiyê de ji nû ve hatine vekirin.
Herdu deriyên sînorî ev du meh zêdetir e ji ber vîrusa koronayê hatibûn girtin. Li gorî biryarê dê ti rêwiyek bêyî agahdariya Wezareta Navxwe derbasî Herêma Kurdistanê nebe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin