PeyamaKurd – Du terorîstên “metirsîdar” yên DAIŞê, li parêzgeha Kerkûk a Kurdistanê, hatin girtin.
Li gor berdevkê polîsê Kerkûkê Amir Nûrî diyar kiriye, do êvarî hêzên polîs karîn li nahiya Ebasî ya Kerkûkê du terorîstên metirsîdar yên DAIŞê bigirin ku beriya niha fermana girtina wan hatibû dayîn.
Herwiha Amir Nûrî daye zanîn, navê yek ji wan terorîstan Ebû Xetab e ku li parêzgehên Kerkûk û Diyale bo DAIŞê kar dikir.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin