Artêsa Tirk li Zaxoyê car din gundê Perexê topbaran kir: 21 gule ketine xwar

Artêsa Tirk li Zaxoyê car din gundê Perexê topbaran kir: 21 gule ketine xwar

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku artêşa Tirkiyê piştî êrîşa du roj berê ya kuştina 9 geştiyarên iraqî li havîngeha gundê Perexê ya Zaxoyê, îro 22yê Tîrmehê car din heman dever topbaran kir û li gorî çavkaniyên herêmê heta îro piştî nîvro jî topbaranê dewam dikir.

Li gorî zanyariyên ji herêmê hatine, êrîşa topxaneya artêşa Tirk heta piştî nîvro jî berdewam dike û di şev û roja borî de bi giştî 21 guleyên topê li derdora gundê Perexê ketine xwar.

Hêjayî gotinê ye, roja Çarşemê di êrîşa yekem de 9 geştiyar li heman deverê hatin kuştin û zêdetirî 25 kes jî birîndar bûn ku vê bûyerê karverdaneke mezin bi xwe re aniye û Tirkiyê tê şermezar kirin.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin