PeyamaKurd- Seroka Maclisa Nûneran Nancy Pelosî, Trumpî bo di 4 ê sibatê de, di kongreyê de behsa “Halê Yekîtiya Amerîkayê” ya salane bike, dawet kir û Trump jî dawetê qebûl kir. Tê zanîn ku di navbera seroka meclisê ya nûneran Nancy Pelosî û Trump de dijberiyên mezin hene û lihev nakin. Li gor çapemeniya Amerîkayê di dawetnameya Pelosî de weha hat gotin:
“Bavên me yên damezrêner bo hev kontrol bikin tora sîstema hêzên ji hev cuda ya destûrê ava kirin. Destûra Amerîkayê bo serokê Amerîkayê di derbarê Halê Yekîtiyê de agahiyan bide, bangê dike. Ez te bo roja 4 ê sibatê dawet dikim da di derbarê Yekîtiyê de agahiyan bidî Meclisa Nûneran.”
Dawetkirina Trum ket piştî dengdana li Meclisa Nûneran ku di eleyhiya Trumpî de encam dabû. Her sal serokê Amerîkayê di meclisê de axaftinekî dike û di derbayê Yekîtiya Amerîka de agahiyan dide meclisê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin