PeyamaKurd – Parlamena Yekîtiya Ewropayê (PE) bang li Tirkiyê kir ku yasaya înfazê ya ku demek berê hatiye derxistin sererast bike û siyasetmedar, rojnamevan û tohmetbarên terorê ji girtîgehan berde.
Parlamena Ewropa (PE) bi daxuyaniyekê bang li hikûmeta Tirkiyeyê kir, ji bo sererastkirina yasaya înfazê ku bi armanca vîrusa korona hatiye derxistin sererast bike, ji ber ku ew yasa mafên wekhevî yên girtiyan binpê dike.
Di daxuyaniyê de gotinên raportorên çavdêriya Tirkiyeyê hatin bibîrxistin, ku berdana 90 hezar girtiyan ji zîndanan bi erênî hatiye pêşwazîkirin, lê bi heman yasayê mafên beşek ji girtiyan jî hatiye binpêkirin.
PEyê da xuyakirin, bi tometên terorê gelek siyasetmedar, rojnamevan, parêzvanên mafên mirovan hatine zîndankirin û di yasayê de mafê wekheviyê hatiye binpêkirin.
Li gorî yasaya înfazê ku bi sedema rûbirûbûna metirsiya koronayê hatiye derxistin, bi qasî 90 hezar girtîyên ji tawanên edlî yên wekî dizî, şêlandin, mafîya, kuştin û destdirêjiyê hatin berdan, lê kesên bi tohmetên siyasî û ji ber derbirina fikrên xwe hatine girtin nehatin berdan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin