PeyamaKurd - Wezareta Elektirîkê ya Herêma Kurdistanê dest bi projeyeke berhemanîna elekirîkê bi riya enerjiya rojê dike ku bi wê projeyê 75 Megawatt elektirîk dê were berhemanîn û li ser 3 parêzgehên Kurdistanê were dabeşkirin.
Rêvebirê Kontrolkirina Elektirîka Herêma Kurdistanê û Berdevkê Wezareta Elektirîkê endezyar Omêd Ehmed ji K24ê re ragihandiye, di çarçoveya plana wan de, projeya berhemanîna 75 megawatt elektirîk bi riya enerjiya rojê heye û birê her 24 megawatt elektirîk li ser parêzgehên Hewlêr, Silêmanî û Duhokê tê dabeşkirin.
Ehmed daye zanîn ku ew proje niha di qonaxa destpêkê de ye û wê heta demekê bikeve pratîkê.
Endezyar Omêd Ehmed diyar kir, ji bo berhemanîna elektirîkê bi riya enerjiya rojê, pêwîstiya me bi westgeheke mezin heye, her hewlekê didin di wê projeyê de bi ser bikevin, ji bo proje di pêşerojê de bê berfirehkirin û got, zêdekirina berhema elektirîkê, rasterast bandorê li zêdekirina dana elektirîkê bo welatiyan dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin