Gestên trênê yên di navbera Diyarbekir û Êlihê de car din destpê kir

Gestên trênê yên di navbera Diyarbekir û Êlihê de car din destpê kir

PeyamaKurd – Geştên trênê yên di navbera Diyarbekir û Êliha Bakurê Kurdistanê de, ji nû ve destpê kir.

Geştên trênê yên di navbera Diyarbekir û Êlihê de, ku ji sala borî ve ji ber şewba Koronayê hatibû rawestandin, dîsa destpê kir.

Bi destpêkirina geştan, Rêvebertiya Xetên Hesinî ya Tirkiyê diyar kir, geştên di navbera Amed û Êlihê de, di 22 Adarê de wate doh destpê kirine û li gor planê, wê rojane du caran geşt hebin.

Herwiha Rêvebertiya Xetên Hesinî, ji kesên ku geştê bikin xwest maskan bi kar bînin û di dema kirîna bilêtan de, ji geştiyaran daxwaza koda HESê ya ku ji aliyê Wezareta Tendirustiya Tirkiyê ve tê kirin kir.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin