PeyamaKurd - Hêzên Parastinê yên Îsraîlê (IDF)angaşta Hemasê derewand û da zanîn ku li Xêza Xezzeyê ti leşkerekî wan dîl neketiye destê Hemasê.
Berdevkê baskê çekdar ên Hamasê di ragihandinekê de angaştibû ku hêzên Hemasê li Cebelyaya Xêza Xezzeyê çend leşkerên Îsraîlê dîl girtine, lê belê di derbarê vê bûyerê de ti delîl nîşan nedabû.
Berdevkê IDFê Danîel Hagarî eşkere kir ku li Cebelya ya li Xêza Xezzeyê, ti leşkerek Îsraîlê nehatiye revandin.
"Hagarî destnîşan kir ku li devera ku Hemas angaştiye ku li wê derê çend leşkerên Îsraîlê dîl hatine girtin, ti bûyerek ku leşker hatibe revandin tune ye û got: “Angaşta Hemasê derew e.”
Berdevkê Tûgayên El Qessamê Ebû Ubeyde bi daxuyaniyekê de angaştibû ku çekdarên Hemasê di nava tûnêlekê de hêzeke "siyonîst" xistine kemînê û di encamê de piraniya endamên wê hêzê hatine kuştin, hin ji wan birîndar bûne û hin jî dîl hatine girtin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin