PeyamaKurd- Wezareta bergiriyê ya Iraqê ragihand ku ew hêzên antî terorê yên ku li Kerkûkê ne, dawî li wezîfa wan anîne û wê di şûna wan de hêzên taybet yên tugaya 61 emîn wezîfe bike.
Biryar ji aliyê serokwezîr Adil Abdulmehdî û fermandarê hêzên çekdar ve hatiye dayîn. Di beyanê de weha hat gotin: “Hêzên antî terorê li Kerkûkê nikare asayîş û ewlekariyê temîn bike.”
Rêvebiriya herêma Kurdistanê; bi Bexdayê re hevdîtinên xwe, di vê mijarê de dewam dike û dibêje ku hêzekî ji navenda bajêr dikşînin û hêzeka dinê dixin şûna wê. Ev nabe çareserî.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin