PeyamaKurd- Li Kerkûkê zext û zora li ser gelê Kurd, her ku diçe zêdetir dibe. Li herêmê mal û milkên Kurdan têne talankirin. Êdî Kûrd hew dikarin îdare bikin.
Li Kerkûkê li navçeya Daqûqê li gundê Engicê gundiyan rêya gund girtin û li dijî zilm û zorê, çalakiyek kirin.
Hinek malbatên Ereban bi piştgiriya waliyê Kerkûkê yê tayînkirî Rakan Said Cuburî hatine navçeya Daqûqê û dixwazin dest deynin ser 10 hezar cot eraseyê.
Gundiyê herêmê ji çapemeniya Kurdî re axivîn û gotin ev ax bi sedsalan ji bav û kalên me ji me re maye. Lê belê malbatên Ereban bi piştgiriya Rakan Said Cuburî dixwazin bi darê zorê axa me ji me bistînin. Me bi kuştinê tehdîd dikin. Ew dixwazin ku me ji van deran bikin der û Ereban bi cih bikin. Ji bo ku em herin, hefteyek dane me.
Di 16 Cotmeha 2017an de Artêşa Iraqê û çekdarên Heşdî Şebiyê Kerkûk û derdora wê vegirtin û ji wê rojê de careke dî siyaseta tunekirina Kurdan dest pê kiriye. Êdî dixwazin ku dîsa Ereban li herêmê bi cih bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin