Li gor zanyariyan, vê carê çekdaran 4 welatî ji Efrînê revandin, navên wan jî wiha ne:
Farûq Ebdo Mihemed yê ji gundê Emara yê navçeya Mabatayê.
Reşîd Ekaş ê ji gundê Dêr Sewa yê navçeya Şera.
Zuhêr Bîrqedar Bekir û Xelef Cumaa El-Ehmed yên ji navçeya Cindirêsê.
Li gor Berdevkê Rêxistina Mafên Mirova ya Efrîn-Sûriyê Îbrahîm Şêxo eşkere kir: “Di meha Cotmehê çeteyan 2 jê jin, bi giştî 20 kes ji Efrînê revandine û bi rêjeya ji sedî 65 bac li mewsimê zeytûnan ferz kirine.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin