17 kes bi sedema lehiyê mirin

17 kes bi sedema lehiyê mirin

PeyamaKurd- Li eyaleta Assam ya ser bi welatê Hindistanê ve, bi sedema rabûna lehiyê 17 kes mirin. Di nava 4 rojên dawiyê de, jimara kesên ku bandora lehiyê bi awayeka neyînî li wan bû, gihaye 42 hezar û 500 kesî.

Sedema ku lehî li eyaleta Assamê radibe jî, barana mûsonê ye. Lê ne tenê li Assamê, li gelek deverên welat, van lehiyan radibin.

Li herêmê 3 hezar û 292 hektar erd di bin avê de maye û bi hezaran kes hatine veguhastin bo deverên dinan. Meteorolojî jî radigihîne ku wê baran li herêmên dinan jî bibare û bandorê bihêle.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin