YA wexta dorpêça ser Sûriyê dirêj kir

YA wexta dorpêça ser Sûriyê dirêj kir

PeyamaKurd- Yekîtiya Awrûpayê biryar da ku wexta dorpêça ser Sûriyê saleka dinê jî dirêj bike. Ragihandin ji aliyê Konseya Awrûpayê hat kirin ku wext heya 1ê hezîrana 2019an hatiye dirêjkirin.

Biryar YA, bi sedema ku rejîma Sûriyê zorê dide ser sîvîlan hatiye dayîn. Navên rêxistin û kesayetiyên di lîsta berê de hebûn, car din hemû hatine nûkirin. Di nava wan de 67 rêxistinên layangirê Beşer Esed û 259 kesayetî hene ku heyiyên wan hatine rawestandin û qedexeya seyahetê bo wan hatiye danîn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin