PeyamaKurd – Li Efrînê ji aliyê balafireke bêmirov ‘drone’ otomobîleke komên çekdarên girêdayî Tirkiyê hat bombebaran kirin.
Li gorî zanyariyan îro Pêncşemê ji aliyê balafireke bêmirov ve otomobîleke çekdaran hat bombebaran kirin ku 2 çekdarên tê de bûn hatin kuştin û yek jî birîndar bû.
Hat zanîn ku bûyer li gundên Îska û Şadêrê yên Efrînê rû daye.
Hîn nehatiye zanîn bê ew êrîş ji aliyê kî ve hatiye kirin û çekdarên di otomobîlê de jî endamê kîjanê komê ne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin