PeyamaKurd – Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku 17 rojin li avahiya Edliyeya Rihayê nobedariya edaletê dikin, îro Pênceşê piştî serdana şanda Kongra Civaka Demokratîk (KCD) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) hatin binçavkirin.
Hat ragihandin ku piştî serdana şanda KCD û DBPê, polîsan sicadeya Emîne Şenyaşar û pankartên wan ên tê de daxwaza edaletê dikikirin rakirine û herdu birina navenda emniyetê ya Rihayê.
Hevjînê Emîne Şenyaşar Hecî Esvet Şenyaşar û kurên wê Adil û Celal Şenyaşar, dema hilbijartinên 24ê Hezîrana 2018an ji aliyê pasevan û xizmên parlamenterê AKPê Îbrahîm Halîl Yildiz hatibûn kuştin. Heta niha jî di pêşveçûnek di doza Şenyaşaran de çênebûye û ji kesên êrîşkar ti kes nehatiye girtin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît doza xwe ya edaletê ev demek dirêj e berdewam dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin