PeyamaKurd – Endamên Encûmena Asayîşa Navdewletî, di derbarê dirêjkirina dema mekanîzma gihandina alîkariyên mirovî ji aliyê Netewên Yekgirtî ji bo Sûriyê de li hev kirin.
Li gor ajansa “Frans Press” diyar kir, 15 endamên Encûmena Asayişa Navdewletî li ser dirêjkirina mekanîzmaya gihandina alîkariyên mirovî li ser sînorê Sûriyê ji bo 6 mehan li hev kirin.
Herwiha ajansê ji zarê dîplomatan eşkere kir, lihevkirin li gorî daxwaz û pêşniyarên Rûsyayê hat kirin.
Welatên endamên Encûmena Asayişê, li ser vê lihevkirinê biryar e îro Sêşemê deng li ser projebiryara ku ji aliyê Îrlanda û Norwêcê ve hatiye pêşkêşkirin û guhertin tê de hatiye kirin, bidin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin