PeyamaKurd – Endamê Komîteya Pêwendiyên Derve yê Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) Îbrahîm Biro ragihand ku wan çend roj berê li Parîsê li Wezareta Derve ya Fransayê bi rayedarên fransî re civîneke fermî lidar xistiye.
Biro ji rojnameya Şeqûl Ewset re daye xuyakirin ku di civîna Wezareta Derve ya Fransayê de, wan ji bo rê li ber operasyona Tirkiye li ser sînorên Rojavayê Kurdistanê bigirin, pêşniyara navbeynkariyê bi nivîseke fermî pêşkeş kiriye.
Îbrahîm Biro got: “Me di hevdîtina ligel rayedarên fransî de, ji wan re gotiye ji kîjan alî be jî bi rêyên leşkerî ne pêkan e mesele were çareserkirin. Şer dibe sedema aloztirbûn û xirabûna rewşê û ji bilî êşê ti tiştekî din ji xelkê herêmê re nayîne.”
“Bi mercê hevkariyê em amade ne herêmê birêve bibin”
Li ser fikar û nîgeraniyên Tirkiyê yên bo HSD û PKKê li herêmê jî Biro got: “Ji bo herêmê ji şerekî nû dûr bixin, bi mercê ku Amerîka, Fransa, Tirkiye û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) hevkariyê bikin, me ji wan re got ku ENKS amade ye wan herêman birêve bibe.”
Herwiha Îbrahîm Biro daye zanîn ku rayedarên fransî eleqe ji pêşniyara wan re nîşan dane û guh dane wan ku herwiha derbarê naveroka planê û mekanîzmeyên wê de pirs ji wan kirine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin