Rusya: Em ji bo hevdîtinên bi Ukraynayê re amade ne

Rusya: Em ji bo hevdîtinên bi Ukraynayê re amade ne

PeyamaKurd- Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Rusyayê Sergey Verşinin ragihand ku hemû nakokî bi muzakereyan encam didin û diyar kir ku Rusya ji muzakereyên 'bê şert û merc' re amade ye.

Li gorî agahiyên hatin ragihandin, Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Rusyayê Sergey Verşinin, bi rêya daxuyaniyekê ji bo qenala  televîzyonê ya Zvezda ya Wezareta Berevaniya Rusyayê ragihand ku ew ji bo hevdîtinên bi rayedarên Ukraynayê re amade ne û wiha dewam kir:

“Beriya niha, muzakere hatine kirin. Minskê bi bîr bîne, Stenbolê bîne bîra xwe. Ew ji hêla Ukraynayê ve tên qutkirin, lê li Kievê biryar nayên girtin. Her nakokî bi muzakereyan bi dawî dibe û Rusyayê jî gelek caran ragihandiye ku dema demek wiha were ew ê amade bin. Lê bi tenê li ser esasê rastiyên heyî, li gorî armancên ku me eşkere kirine, dan û standinên bê şert û merc.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin