PeyamaKurd- Serokwezîrê Iraqê Musatafa Kazimî di hevpeyvîna xwe ya bo rojnameya Îmaratan ya bi navê “The National" de got ku dê di hilbijartina sala pêşiya me de nebe namzed. Kazimî sîstema hukumetê ya ku di sala 2003 an de hatiye danîn rexne kir û weha got:
“Bi sedema ku mêzêna netewî deynin û rejîma mezhebi ya ku empoze dikin, derewekî mezin e. Ev bo gendeliyê faktora serekeye, partîcîtî û berjewendî dezgeya dewletê qels dike û parvekirina berjewendiya ye.”
Kazimî got ku di nêzde wê operasyon bo ser grûbên ku qanûnî nînin bên kirin û wê sîlih di derveyê hêzên fermî de, di destê ti kesî de tinebe. Kazimî di mijara hilbijartina sala pêşiya me de weha got:
“Di hilbajartina pêşwext de ez ê nebim namzed. Niha ez hezra xwe didim ser amadekirina bingeha hilbijartinekî zelal, azad û hilbijartinekî ku Iraqî pê bawerî bînin.”
Serokwezîrê Iraqê Mustafa Kazimî berê ragihandibû ku hilbijartina bê dê di hezîrana sala bê de be.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin