PeyamaKurd – Malpera Amerîkî ya bi navê The Intercept gotarek li ser hewlên Şêwirmendê Ewlekariya Netewî yê Amerîkayê John Bolton belav kir ku tê de tê îdiakirin, John Bolton dixwaze şerê Îranê bike û ‘Îranê bombardiman bike’.
Di nivîsa bi sernavê ‘John Bolton dixwaze Îranê bombardiman bike’ de tê gotin ku Bolton di rêveberiya Trump de gihîştiye hêzekê û zorê dide Amerîkayê ku şerê Îranê bide destpêkirin.
Di nivîsê de gotina Wezîrê berê yê Berevaniya Amerîkayê Jim Mattis tê bibîrxistin ku ji bo Bolton dibêje, ‘postê şeytan li xwe kiriye’ û tê diyarkirin ku gelek rayedarên bi Bolton re li hev nekirine ji kar hatine dûrxistin û Bolton jî kesên şerê Îranê dixwazin li şûna wan rayedaran danîne.
Herwiha di nivîsê de tê destnîşankirin ku Bolton sala borî ji Pentagonê daxwaziya bijardeyên leşkerî kiriye û tê gotin, “Ew niha bi Îranê re şer dixwaze”.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin