PeyamaKurd-Li payîtexta Lubnanê li Beyrûdê û der û dorên wê bi sedema ku hukumeta nû nikaribû dengên baweriyê ji meclisê bistîne xwepêşandan dewam dikin. Bi sedan kes li ber meclisê, li ber qesra hukumetê û bankayên li navendê xwepêşadêr xwepêşandan kirin. Grûbek jê li ber rêxistina bankayan daxuyaniyekî da û got ku ew terefdarên Hîzbûllahê an hukumeta ku bi desteka wan were ser hukum naxwazin.
Xwepêşandêr ew kesên ku heya niha di hukumetê de cîh girtine û tevlî gendeliyan bûne, naxwazin. Di beyana grûbê de dibêjin ku ew kesin ku 30 sale dewletê xistine binê deynan û rewşa welat nexweş kirine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin