PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku di dezgehên fermî yên Somaliyê de hatin parvekirin, li Somaliyê êrîş li baregeha leşkerî hat kirin û di encama vê êrîşê de 10 leşker hatin kuştin.
Di agahiyên ku hatin dayîn de hat destnîşankirin ku di pevçûna ku piştî êrîşa rêxistina terorê El Şeebî ya li Somaliyê li baregeheke leşkerî derket de 10 leşkerên Somalî jiyana xwe ji dest dan.
Di nûçeya televîzyona neteweyî de hat diyarkirin ku rêxistina terorê serê sibehê bi çekên giran êrîşî baregeha leşkerî ya li bajarê Awdheegleyê ya herêma Şebela Jêrîn kir.
Hat diyarkirin ku di pevçûnê de 20 endamên rêxistinê hatin berterefkirin û 10 leşkerên Somalî jî jiyana xwe ji dest dan.
Hat ragihandin ku êrîşkaran ji aliyên cuda yên bajêr ve êrîş kirin, lê rastî berxwedana leşkeran hatin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin