PeyamaKurd - Desteya Danûstandinan ya Opozîsyona Sûriyê serdana Amerîka dike û dê beşdarî civînên Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) bibe.
Endamê Şanda Danûstandinan ya Opozîsyona Sûriyê û Nûnerê ENKSê Îbrahîm Biro ji K24ê re ragihandiye ku ew wek Nûnerê ENKSê bi şanda Desteya Danûstandinan re serdana Amerîka dike û dê beşdarî civînên civîna Civata Giştî ya NY a derbarê Sûriyê de bibe.
Biro ragihand ku di civîna NY de wê rewşa Idlibê, herêma ewle û komîta destûrê, pirsa girtî û penaberan bi nûnerên welatên beşdarên civînê re gengeşe bikin.
23yê Îlonê civîna Civata Giştî ye NY ya salane tê lidarxistin ku serok û nûnerên piraniya dewletên cîhanê beşdar dibin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin