ENKS: Lavrov, ‘li hemberî kurdan gelekî xeletî hatin kirin’

ENKS: Lavrov, ‘li hemberî kurdan gelekî xeletî hatin kirin’

PeyamaKurd – Şanda Eniya Niştimaniya Kurdistana Sûrîyê (ENKS) derbarê civîna bi Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re li paytexta Erebistana Siûdî peyam dan.

Endamê Karûbarên Dervê yê ENKSê Birahîm Biro diyar kir ku Lavrov ji wan re behsa girîngiya Sûriyê û çareseriya pirsa Sûriyê kiriye û wî diyar kiriye ku ew rewşa kurdan ji nêzîk ve dişopînin.

Brahîm Biro diyar kir ku wezîrê rûsî Lavrovî gotîye, “Partîa Yekîtîya Demokrat (PYD) li dijî kurdên ku pê re hereket nakin mecbûrî koçberîyê kirîye.”

Biroyê ENKSyî herweha derbirî ku îro ew ê biçin Amerîkayê û li wir bi rayedaran re di mijara pêşeroja Sûrîyê û pirsa kurdî da hevdîtinan pêk bînin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin