Ûkrayna 30 roj muhlet da Îranê

Ûkrayna 30 roj muhlet da Îranê

PeyamaKurd- Ûkrayna bo lêpirsîn û lêkolîna balafira ku Îranê xistibû heya 8 ê sibatê muhlet da Îranê. Cîgirê rêvebirê giştî yê rêyên hewayî yê Ûkraynayê İgor Sasnovskiy di mijara xistina balafira Ûkraynayê de beyanan da. Sasnovskiy di beyana xwe de got:

“Îran a ku lêpirsînê dike, divê heya 30 rojan xebata xwe temam bike û encaman ragihîne.”

Serokê şîrketa rêyên hewayî yên Ûkraynayê Yevgeniy Dıhne di beyana xwe de weha got:

“Hemwelatiyên me yên ku di balafirê de mirine, di 4 nexweşxaneyan de li ser wan lêkolîn têkirin û testên wan yên DNA yê tênkirin. Heya ji dest me tê em testan bilez dikin. Kesên ku di qezayê de mirine, dibe ku cenazên wan li Îranê bên definkirin. Ji ber ku malbat û xwediyên wan li wê derê ne.”

Qutiyên reş yên balafirê, wê bo Fransayê bên şandin. Li ser mijarê serokê Ûkraynayê û yê Fransayê berê bi telefonê axifîbûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin