PeyamaKurd- Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku Trump mirovekî bi aqilaneye û dixwaze têkiliyên xwe bi Rûsya re bipêş bixe.
Lavrov, beyana xwe da rojnameya Îspanyol El Pais ê û got Trump gelek caran gotiye ku dixwaze têkiliyên xwe bi Rûsya re bipêş bixe. Lavrov weha dewam kir:
“Serokê Amerîka Putin mirovekî bi aqilane ye. Bi vê sedemê welew berjewendiyên Amerîkayê bo wî di rêza yekemde be jî, fêm dike ku têliliyên hevkar û bi îstîqrar bi Rûsya re, ji dijberiyên bê fêde bi Rûsya re bo Amerîkayiyan baştire.Di nava Amerîka de kes hene ku kartê Rûsyayê bi şaşî bikartînin û bandorê li Trump jî dikin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin