PeyamaKurd- Li bajarê Rihayê di çarçoveya “danîna pêwendiyan di navbera koordînasyona rêxistina PKK/KCK ya hundir û derve” de, ji aliyê serdozgeriya bajarê Rihayê de ji baro ya Diyarbekirê 2, ji baroya Rihayê 7 û ji baroya Şirnexê 1 parêzer, roja pêncşema borî hatibûn binçavkirin.
Her 10 parêzeran birin edliyê û 9 ji wan bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan lê 1 ji wan bi bo zîndanîkirinê şandin dadgehê da bê girtin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin