Hevdîtinên hersê welatan, îro car din dest pê dikin

Hevdîtinên hersê welatan, îro car din dest pê dikin

PeyamaKurd- Li gorî ragihandina çavkaniyên dîplomatîk ên li paytexta Tirkiyeyê Enqereyê, hevdîtinên sêalî yên Tirkiye, Swêd û Finlandayê ku ji aliyê Enqereyê ve hatibûn rawestandin, îro li baregeha NATOyê ya li Brukselê ji nû ve dest pê dikin.

Di agahiyên hatin ragihandin de hat diyarkirin ku rêvebirên Enqere, Stockholm û Helsinkiyê, di çarçoveya peymana sêalî de dê îro cara sêyemîn bicivin.

Hat diyarkirin ku Stokholm û Sekreterê Giştî yê NATOyê amaje bi wê yekê dikin ku civîna Brukselê dê girîng be û ji bo tomarkirinan, herdu serlêderan bi têra xwe gav havêtine.

Li gorî ragihandinê, civîna Tirkiyeyê ji aliyê Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Burak Akçapar û Şêwirmend û Berdevkê Polîtîkayên Derve yê Serokomariya Tirkiyeyê  Îbrahîm Kalin ve dê bi beşdariya muzakereyên Swêd û Finlandiyayê û rayedarên NATOyê bê lidarxistin.

Beriya niha di 27ê Rêbendanê de siyasetmedarekî rastgir ê Denmarkî, li ber Balyozxaneya Tirkiyeyê ya li Stockholmê Qurana Pîroz şewitandibû û xwepêşandanên li dijî Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan kiribû.

Ji ber vê yekê jî rayedarên Tirkiyeyê, di heman mehê de hevdîtinên sêalî ji bo demeke nediyar rawestandibû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin