Enqere: PKKê bi ser baregeha me de girt

Dîroka weşanê :
Enqere: PKKê bi ser baregeha me de girt

PeyamaKurd  - Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand ku li herêma Zap-Avaşînê di encama biserde girtina hêzên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ya baregeheke artêşa Tirkiyeyê de leşkerekî wan hatiye kuştin.

Di daxuyaniya nivîskî ya wezaretê de hate diyarkirin ku diserdegirtina îro ya hêzên PKKê de leşkerê wan ê bi navê Maşallah Abakay hatiye kuştin.

Artêşa Tirkiyeyê ji 17ê Avrêla 2022yan vir ve, li deverên Zap, Avaşîn û Metîna yên Herêma Kurdistanê, bi sedema ku hêzên PKKê tê de hene, dest bi operasyona bi navê “Pence-Kilîdê” kiribû û ew operasyon hîn jî didome.

Di hêrişên asmanî yên ku di çarçoveya vê operasyona artêşa Tirkiyeyê de hatin kirin de gellek welatiyên Herêma Kurdistanê canê xwe ji dest dan, bi dehan welatî birîndar bûn û gellek wargeh û daristanan ziyan dîtin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin