PeyamaKurd – Li bajarê Ankara li navça Keçîörenê li taxa Yayla di nav cîranan de, berî çend rojan munaqeşe derketibû lê tiştekî xerab neqewimî bû. Hetta berya bûyerê di dîmenan de tê dîtin ku êrîşker û yek ji yên kuştî li marketê bi hevre tiştan dikirin û weka di navbera wan de ti pirsgirêk tinebe.
Kesê êrîşker bi sîlihê seet di 00.00an de avêt ser mala kesên berê bi wan re munaqeşe kiribû, di encamê de 3 kesan kuşt û kesekî birîndar kir. Ji cîrana yekî gotiye ku berê êrîşê jinikê kiriye da wê bikuje.
Li gor çapemeniyê; êrîşker Mecnun Ekinci (42), çend roj berê bi cîranê xwe yê bi navê Murat Zurnacı re munaqeşe kiribû lê bi şev car din dest bi munaqeşê kirine.
Ekinci bi demançê êrîşê cîranan kir, Murat Zurnacı kurê wî Mücahit Zurnacı û hevalê wî yê ku wê wextê de li mala wan bû, Mustafa Öztürk jiyana xwe ji dest dan. Jina bi navê Şengül Zurnacı birîndar kir û bi ambûlansê wê birin nexweşxanê.
Mecnun Ekinci yê êrîşker di wextekî kurt de ji aliyê hêzên asayîşa Ankara de hat girtin. Ji ber çend seet berya bûyerê Zurnacı û Ekinci li marketê bi hevre tiştan dikirîn, asayiş bûyerê zêde kûr vedikole.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin